ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Îro li salona Pêşmerge li bajarê Silêmanî Komeleya Rêxistinên Dêrîn ên YNK’ê 3’emîn kongreya xwe lidar xistin. Di kongreyê de Komeleya Rêxistinên Dêrîn a YNK’ê, navê xwe kire Komeleya Rêxistinên Dêrîn a Kurdistanê.

 

Serokê Komeleya Rêxistinên Dêrîn yê dema duyem a YNK’ê Dilêr Ebdulkerîm ji ajansa me re got; “Komeleya me di sala 2009’ê de li ser destê Sekreterê Giştî yê YNK’ê yê wefat kirî Celal Talebanî hate damezrandin. Di 2013’ê de yekemîn kongreya xwe lidar xist. Di 2015’ê de duyemîn kongreya xwe lidar xist. Îro jî 3’emîn kongreya xwe lidar xist.”

 

 

Dilêr Ebdulkerîm got; “Kongre bi tevlîbûna 109 endaman pêk hat. Di vê kongreyê de me gavên mezin avêtin. Komeleya me bû Komeleya Rêxistinên Dêrîn ên Kurdistanê ku hemû hizib û hemû têkoşerên dêrîn ên Kurdistanê dikarin tevlî komele bibin.”

 

Dilêr Ebdulkerîm ev jî anî ziman; “Ji bo komele serok û cigirê serok hatin hilbijartin. Her wiha 15 endamên meclisa bilind hatin hilbijartin. Wê 7 ji YNK’ê bin  û 8 endamên din jî wê ji hizbên din be.”

 

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here