Li Kifrê pêşangeha pirtûkên Ocalan û jineolojî

37

 

 

 

BOTAN GEMIYANÎ / GERMIYAN

 

Li bajarokê Kifrê yê Kelarê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li ber Çayxaneya Çandî ji bo pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jineolojî pêşnagehek vekirin.

 

Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Dersîm Aram têkildarî vekirina pêşangehê wiha got; "Me ev pêşangehe li Kifrê ji bo pirtûkên Rêzdar Ocalan û pirtûkên jineolojî yên komkirina nêrînên Ocalan ên li ser jinan vekir. Armana me gihandina fikir û felsefeya Rêber Apo ya ji bo civakê ye. Her wiha dana naskirin a pirtûkên jineolojî ne, ji bo ku bikarin civakekî nû ava bikin."