HAWAR STAR/ KERKÛK

 

Piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk didome. Di vê derbarê de malbatên şehîdên HPG û YPG’ê li Kerkûkê ku ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ji bo Efrînê anîn ziman.

 

Hekîm Xidir ku kurê wî Ardal Sorxwîn dinava refên YPG’ê de şehîd bûye, êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar kir û got ku Tirkiye ji bo dagirkirina xaka Efrînê û Rojava êrîşê ser Efrîn dike.

 

 

Hekîm Xidir ji civaka navnetewî daxwaz kir li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê helwest nîşan bidin û bêdeng nemînin.

 

Her wiha Mihemed Sedîq ku birayê wî Kosar Kurdistanî dinava refên HPG’ê de şehîd bûye, helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê wiha anî ziman; “Em piştgiriya hemû gelên azadîxwaz û bi taybetî gelê xwe dikin. Piştgiriya berxwedana Efrînê dikin. Baweriya me heye çewan Kobanê bi ser ket, wê Efrîn jî bi heman şêwey ser bikeve.”

 

 

Mihemed Sedîq diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên ji bo piştgiriya Efrînê tên kirin giringin, pêwîst dikin û got divê bi rêya parlamentoyê piştgiriya ji bo Efrînê zêdetir bibe.

 

Dewleta Tirk ji 20’ê Çile ve bê navber êrîşê ser kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heya niha di encama topbaran û bombebaranên dewleta Tirk de bi sedan welatiyên sivîl birîndar û şehîd bûne. Li hemberî êrîş û hovîtiya dewleta Tirk berxwedana bê hempa ya gelê Efrîn û şervanan didome.

 

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here