ELÎ QADIR-MIHEMED HESEN/ RANYA

 

Îro saet 15:00’ê li navçeya Ranya ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê ya dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo endama desteya rêveber a RJAK’ê Necîbe Omer semînerek hate lidarxistin.

 

Semîner ku bi navê ‘Bi ruhê berxwedana Îmraliyê gelê Efrînê wê serbikeve’ Necîbe Omer axivî û got; “Di dîrokê de zêdetirê şoreşan bi girtina serokatiyên wan bidawî bûne. Ji bo wê dijminên gelê me xwestin bi girtina Serok Apo dawî li şoreşa gelê me bînin. Belê ne ku her nekarîn bi ser bikevin, roj bi roj ev şoreşe mezintir û bihêztir bû.”

 

Necîbe Omer her wiha got; “Rêber Apo jin kirin xwedî îrade, bawerî û hêz. Weke me dît ku jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Hêz, bawerî û îradeya xwe îspat kirin û nîşan dan. Diyar kirin ku jin dikarin hemû karek bikin.”

 

Di dawiyê de Necîbe Omer got; “Rêber Apo bawerî, îdeolojî û neteweyên cûda anîn gel hev. Di yek eniyê de dijî zilmê şer dikin.”

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here