Parlementerê PDK: Şervanan rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de vekirin

27

 

 

 

ROZA MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Ev 22 roje dewleta Tirk a dagirker êrîşê Kantona Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê dike û hewl dide dagir bike. Her wiha hewl dide destkeftiyên gelê Kurd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê têk bibin. Lê, ji ber berxwedana mezin a şervanên gelê Kurd û gelê Efrînê ya têkoşer dewleta Tirk nekariye di bejahiyê re bi pêş de biçe û derbe ser derbe dixwe. Ev îradeya mezin a berxwedêr ya şervanan û gelê Kurd ya li Efrînê bûye sedema piştgiriyeke mezin a rayagiştî ya Kurd, herêmî û cîhanî. Herî dawî jî parlementerekî PDK’ê Elî Halo jî di vê derbarê de ji ajansa me re axivî.

 

Parlementer Elî Halo berxwedana şervanan a li dijî dagirkeriyê weke rûpeleke nû di dîroka Kurdistanê de bi nav kir û got: “Em bi berxwedana gel û şervanên Efrînê serbilindin ku rûpeleke nû di dîroka serkeftinên Kurdistanê de vekirine.”

 

Halo bi berdewamî wiha axivî: “Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Efrîn û şervanên wê bi rihê berxwedana Kobanî me careke din serbilind bikin. Doza me dozekî zehf rewaye û dagirkerên Kurdistanê zehf namerdane û ne mirovane êrîşê ser gelê aştîxwaz û demokrasîxwaz dikin ku daxawza mafên xwe yên rewa dikin.”

 

Parlementerê PDK’ê Elî Halo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez bawer dikim ku wê Efrîn serkeftineke mîsoger bi dest bixe û wê Kurd û doza Kurd derbasê qonaxeke nû bike.”