DILŞAD XOŞNAW/ SILÊMANÎ

 

Roja Îniya buhrî li ser pêşniyara mele û tevlîbûna beşek ji welatiyên bajarê Silêmanî li Qada Azadî ya nav Parka Azadî ya bajarê Silêmanî nimêja Îniyê ji bo Efrînê hate kirin û duayên serketinê ji bo gelê Efrîn û şervanan hatin kirin.

 

Mele Saman Sengawî ku pêşkêşiya nimêja Îniyê ya ji bo Efrînê kir, ji ajansa me re wiha axivî; “Ew fikra ku ketiya aqilê min weke piştgiriya ji bo serkeftina Efrînê ew bû ku vê Îniyê ji mizgeftê bên derve. Li cihek giştî me nimêja xwe kir. Ev jî weke bersivek ji bo ew meleyên Tirk ku daketine qadan û piştgiriya vî şerê ser Efrînê dikine. Her wiha bersive ji bo ew Misilmanên ku ji bo Mizgefta Qudsê daketin qadan û piştgiriya xwe ji bo ew êrîşên Tirkiyê diyar kirin.”

 

 

Sengawî wiha jî got; “Em li ser heqiyê ne. Divê parastina mezlumê xwe bikin. Weke bersivek ji bo van hemûyan hatin derve  û me nimêja xwe kir. Me navê wê jî danî ‘Nimêja Serkeftina Efrînê’. Înşallah di demek nêz de wê Efrîn ser bikeve û serkeftiye jî.”

 

Yek ji welatiyên ku tevlî ‘Nimêja Serkeftina Efrînê’ bû û kurê wî şehîde, Heme Salih Rehîm jî piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê wiha anî ziman; “Ez ji hemû Kurdê dilsoz daxwaz dikim, dayik û bavên hemû gerîlan, hemû pêşmergeyan daxwaz dikim ku bi dilsoziya xwe piştgiriya Efrînê bikin. Divê em ji ti kesê netirsin. Mirin yek care. Her emê bimirin. Bila mirinek bi rumet û serbilandane be.”

 

 

Heme Salih Rehîm got; “Divê hemû tişta dikeve ser milê me û ji me tê xwestin em xwe jê nedin paş. Bi mal be, bi keç be, kur be. Bixîne xizmeta vê rojê. Ji dervey vê ti çareyek me yê din nîne.”

 

Her wiha jina binavê Mîna Ehmed ku ew jî tevlî ‘Nimêja Serkeftina Efrînê’ bû, got ku ew hatine nimêj bikin, ji Xwedayê mezin dua bikin kesên Kurdan weke netew nabînin şermezar bike.

 

 

Mîna Ehmed got; “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku ji bo xatira pêxember Efrîna me serbixe. Ya Xwedayê el alemîn, ji bo xatira navê mezinahiya xwe dijmin bişkêne û vê carê me dijî dijmin bi ser bixwe. Her kesê dijminê xak û neteweya me be Xwedê binbixe. Ji Xwedeyê mezin daxwaz dikim keçên me yên gerîla ser bixwe. Ez li vir dibêjim ez piştgiriya wan dikim.”

 

Ciwanê binavê Daban Mihemed jî got; “Em ji bo piştgiriya gelê Efrînê hatine vir û nimêj dikin. Em piştgiriya gelê Efrînê ku rastî êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê hatiye, dikin.”

 

 

Daban Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Dibe nekarim biçim Efrînê. Belê dikarim bi tevlîbûna van çalakiyan piştgiriya Efrîn bikim. Dema ez piştgiriya Efrînê dikim, asode dibim.”

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here