MIHEMED HESEN / RANYA

 

 

Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê berdewam dike. Di vê çarçpoveyê de vê êvarê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê ji bo piştgirî û şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê meşeke pêk hat. Meşê ji Parka Derweze ya Ranya destpêkir û li ber Baxê Giştî bi axaftina  bi dawî bû.

 

 

 

 Li ber Baxê Giştî Endamê Meclîsa PYD'ê yê herêma Raperîn Bekir Kobanê axivî û wiha got; "22 roje gelê Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava berxwedanê de ne. Dewleta Tirk a faşîst ji destkeftiyên gelên Kurd hezim nake. Li ber çavê hemû cîhanê êrîşî her tiştî dike."

 

 

Pişt re Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Xalid Mistefa axivî û wiha anî ziman; "Piştî DAIŞ bi destê Kurdan hate şikandin, vê carê Tirkiye hatiye meydanê û êrîşî Kurdan dike. Her hêzekî pişt bi îrade û gelê xwe raweste bêguman wê serbikeve. Şerê Efrîn îspata vê rastiyê ye, li gorî me divê ev ezmûna Rojavayê Kurdistanê bê Başûrê Kurdistanê jî û bi wê ezmûnê li dijî dagirkeran û xeta xiyanetê bêrawestandin."

 

 

 

Her wiha çalakvana siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê Ronahî Sine jî axivî û got; "Ji vir heya Îmralî sivalên xwe ji Rêberê Mirovahiyê Rêber Apo re dişînin. Ew berxwedana li Efrînê tê kirin, bi fikir û rêbazên Rêber Apo ne. Em bang li hemû Kurdan dikin ku li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe çêbikin."

 

Herî dawî Endama Desteya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Zîlan Pêncwinê jî axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got ku divê hemû ciwanên Kurd, bi taybet ciwanên Başûrê Kurdistanê beşdarî û xebat û têkoşînê bibin.

 

Çalakî bi dirûşmeyaya 'Erdogan baş bizane, wê Efrîn nekeve' bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here