QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro saet 11:30’ê şandek a parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ji parlamenterê YNK’ê Salar Mehmud, parlamenterê Hizba Komunîst Ebû Karwan, parlamenterê PDK’ê Elî Halo, parlamenterê Goran Şêrko Heme Emîn parlamenterê Yekgirtû Suhrab Mîkaîl pêk tê, ber bi kantona Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ve bi rêketin.

 

Endamê şandê û parlementerê YNK’ê Salar Mehmud der barê armanca serdana şandê ji bo Efrînê de ji ajansa me re axivî û got; “Bi biryara parlamentoyê 5 kes ji komên cûda ji bo serdana Efrînê bikin hatin destnîşankirin û wêrankariyên dewleta Tirk bibînin. Ka çewan bi şêweyek ne yasayî û dûrê nirxê însanî êrîş dike. Emê bi raporekê tevahiya rastiyên van bûyerên dijî Efrînê çêbûne binivîsin û piştî vegeriyan emê bidin parlamentoya Herêma Kurdistanê. Piştre jî pêşkêşî rêxistinên navnetewî bikin.”

 

Salar Mehmud wiha jî got; “Ev şande wê peyama gelê Başûr bigehîne şervanan. Emê hewl bidin ji bo sînorên navbera Rojava û Başûr bi temamî bên vekirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku di 30’ê Çileyê de Parlamentoya Herêma Kurdistanê dijî êrîşên ser Efrînê helwesta xwe nîşan da û ev êrîş şermezar kirin. Piştgiriya berxwedana Efrînê kir. Her wiha daxwaza vekirina deriyê sînorê Fîşxabûr-Sêmalkan kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê girtiye.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here