Şandeya Parlamantoya Başûr gihişt Rojava

41

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şandeya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya  ji parlamenterê PDK`ê Elî Halo, Parlamenterê  Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn, Parlemanterê Yekgirtû ya Îslamê Sehrab Mîkaîl, ji Parta Komûnîst  Bavê karwan pêk dihat, ji bo rewşa Efrînê bişopînin gihişt Rojavayê Kurdistanê.

 

Şandeya Başûr ji aliyê Hevserokê Desteya Karê Derve ya Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Umer û cîgira wî Senai Deham ve hate pêşwazîkirin.

 

Şande wê ber bi Efrînê ve derkeve rê.

 

Salar Mehmûd hate astengkirin

 

Endamê şandeya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd ragihand ku li Deriyê Sînor ê Sêmalka rê nehata dayîn derbasî Rojava bibe û got; "Piştî ku weke şandeya Parlamentoya Herêma Kurdistanê gihiştin Deriyê Sêmalka, Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand ku Selar Mehmûd nikare derbas bibe, di serî de hînceta wan ew bû ku navê min negihiştiye ber destê wan. "

 

Salar Mehmûd di berdewama daxuyaniya xwe de wiha destnîşan dike; "Pişt serokatiya parlamentoyê agadar kirin, Cehfer Îminikî li gel Rêveberên Sînor axivî ku rê bidin min, got, nabe rê li pêşiya parlamenteran were girtin, lê bersiva Rêveberiya Deriyê Sînor ew bû ku jêre ferman hatiye. Sibe ezê  bi nivîskî  parlamentoyê û hemû aliyên din  ji vê bûyerê agahdar bikim."