Xebatkarên tenduristiyê yên Silêmanî ji bo Efrînê meşiyan

49

 

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Îro saet 10:30’ê Gruba Yekgirtî ya Tenduristkarên Nerazî  ku ji çend rêxistinên xebatkarên tenduristiyê pêk tê, ji bo piştgiriya Efrînê ji çar rêyana Askeke ya bajarê Silêmanî heya ber Baxê Giştî yê Silêmanî meşiyan.

 

Di meşê de xebatkarên tenduristiyê pankartek mezin a bi nivîsa ‘Ne ji bo kuştina welatiyên sivîl li Efrînê’ rakirin û pankartên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk bilind kirin.

 

Piştî meş giha ber Baxê Giştî yê Silêmanî li vir daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Serkewt Celal ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Sê heftiye bi ser welatiyên Efrînê de agir û hesin tên barandin. Cenazeyên welatiyan dibine sotemeniya şer. Li hember jî cîhan bêdenge û weke temaşevanekî li şer dinêre.

 

 

Em daxwaz dikin ku demek pêş a din Tirkiye dest ji kuştina welatiyên Efrînê berde. Ji welatên cîhanê daxwaz dikin hewara xelkê bêsuc ê Efrînê biçin û bêdeng nebin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz hate kirin ku li ser Rojavayê Kurdistanê sînoran veke.

 

 

 

(sk)