NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şevê din welatiyên Yarîsan li Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê daxuyaniyek nivîskî belav kirin û diyar kirin ku ji bo piştgiriya Efrînê kampanya dane destpê kirin.

 

Di daxuyaniya welatiyên Yarîsan ên Rojhilatê Kurdistanê de wiha hate gotin:  “Parastina mezlûm û berxwedana li hemberî zilmê, peyama eşkere çanda bilind a mirovê Yarîsan e. Şerê navbera tarî û ronahiyê de şerekî bê dawiye. Îro Erdogan aliyê xerab û tariye. Gelê Kurd jî aliyê baş û ronahiyê de ceng dike.

 

Weke gelê Yarîsan êrîş û derbaskirina sînor a Erdogan li dijî gelê Efrînê şermezar dikin. Em bang li hemû kesên li aliyê ronahiyê ne li dijî sûcên Erdogan rawestin. Parastina gelê mezlûm ê Efrînê bikin. Her wiha banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî û hemû ew hikûmetên rêzê didin mirovan ewe ku li hemberî vî sûcî bêdeng nebin.”

 

Hêjay gotinê ye ku 521 welatiyên Yarîsan heya şevê din tevlî vê kampanyayê bûn û piştgiriya xwe ji bo gelê Efrînê ragihandin.

 

Her wiha çend rojin ji aliyê hunermend, helebestvan, derhêner, nivîskar, aktor û rojnamegerên Îranê ve kampanyeyek ji bo Efrînê hatiye destpêkirin. Heya niha 939 hunermend tevlî vê kampanyayê bûne.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here