BERÎVAN ŞENGAL-RODA ROJBÎN / ŞENGAL

 

 

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku bûye çavkaniya hêviyê ji bo tevahî jinên Êzidî bi tevlî bûnên nû roj bi roj mezintir dibe. 20 jinên ciwan piştî dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Nazê ya di bunya akademiya Şehîd Xanê de temam kirin bi merasîmekî leşkerî tevlî nava refên parastinê yên YJŞ’ê bûn.

 

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî di merasîmê de li ser girîngiya perwerde û parastinê ya ji bo jinan axivî û destpêkê perwerdeyê li hemû şervanên jin yên nû pîroz kir û got: “ Ev perwerde bi armanca tolhildanêne. Ji bo me perwerdekirina jinên Êzidî gelek girînge û pêwîst dibînin ku her jineke ciwan ya Êzidî cihê xwe di nava refên YJŞ’ê de bigire, jinên Êzidî xwe rêxistin bike û têkoşînê bilind bikin.”

 

Viyan Hebabî îşaret bi ‘Berxwedana Serdemê’ ya gel û şervanên Efrînê jî kir û wiha axivî: “Îro dijmin li Efrînê jî êrîş dikin. Di heman demê de mîna tevahî niştecihên Efrînê Êzidiyênn li Efrînê dijîn jî rû be rûyê êrîşan tên. Li hember van êrîşan jî pêwîste em xwe rêxistin bikin û amade bikin. Divê jinên Êzidî pêşengiyê ji gelê xwe re bikin.”

 

Fermandara YJŞ’ê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me vê dewrê bi navê şehîd Nazê vekir. Hevala Nazê jineke ciwan a Êzidîbû. Ne şervan bû lê, di asta herî jor de tevlîbûnek ji bo têkoşîna azadiyê dida çêkirin. Ji lewma jî divê hevalên tevlî vê dewreyê bûne şopa Nazê bişopînin. Di vê çarçoveyê de em vê dewreyê di serî de li Rêber Apo, li we, li tevahî gelê  Êzidî û jinan pîroz dikin.”

 

Merasîma mezûniyetê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

 

Piştî merasîmê jî şervanên YJŞ’ê serdana Konê piştgiriya Efrînê ya li Şengalê kirin û piştgiriya xwe ragihandin.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here