Bûldan û Temellî bûn hevserokên giştî yên HDP’ê

31

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi tevlêbûna deh hezaran endam, rêveber û delegeyan 3'emîn Kongreya Mesin a Asayî li salona Arena ya Sporê pêk anî. Piştî axaftin û xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Piştî hilbijartinê meclîsa partiyê û heserok hatin hilbijartin. Di hilbijartinê de Pervin Buldan û Sezaî Temellî bi dengê 823 delegeyan Hevserokên HDP'ê yên nû hatin hilbijartin. Di hilbijartinê de ji hezar û 109 delegeyan 837 delegeyan dengê xwe avêtin sindoqê. Di hilbijartinê de bi 823 delegeyan Buldan û Temellî hevserokên HDP'ê yên nû hatin hilbijartin.

 

Piştî Pirvîn Buldan û Sezaî Temellî hatin hilbijartin axaftinên spasiyê kirin.

 

Sezaî Temellî: Bila her kes her kesî hembêz bike. Me sozên gelek girîng dan. Em dê şopdarên van sozên xwe bin.

 

Pervin Buldan: Rêya we hemûyan vekirî be. Em dê bi hevre têkoşina xwe mezin bikin. Em dê vê keştiyê bigînin benderê.

 

Piştî hilbijartinê endamên meclîsa HDP'ê û Hevserokên HDP'ê yên nû bi hevre wêne kişandin.