‘Dewleta Tirk gundên Êzidiyan hedef digire’

54

 

 

 

ROJNEWS / ŞENGAL

 

 

Endamê Rêveberiya Civaka Êzidî Hesen Dutar têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê, armanca êrîşan axivî û ji bo xwedî derketina li Efrînê bangên girîng kir û got: “Êrîşa li ser Efrînê berdewama êrîşa li ser Şengalê ye.”

 

 

Hesen Dutar diyar kir dewleta Tirk ne cara yekêye êrîşê Kurdan dike û daxuyankirin ku di dirêjiya dîrokê de her timî bi awayeke hovane êrîş kiriye. Dutar di berdewama axaftina xwede wiha dibêje; “Siyaseta Erdogan ya li dijî Rojavayê Kurdistanê ku ev pênc şeş salên dawiyê bi ser neket, ji ber wê bi awayeke ne mirovane êrîş dike li ser civakê.”

 

‘Tehemûla sîstema Rojava nakin’

 

Dutar sedema êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî wiha vedibêje; “Ji ber îro li Rojava sîstemek ava bûye û hêza xwe çêbûye, êrîş li ser pêk tê. Gel xwe bi xwe birêve dibe. Dewleta Tirk jî tehamûla vêya nake û bi bahane sînorên xwe diparêze êrîşê Efrînê dike. Ji ber êrîşên ne mirovane yên dewleta Tirk heya niha zêdetirî 160 mirovên sivîl hatine kuştin, gelek jê birîndar bûne û gelek gûnd û navçe jî hatine wêran kirin. Her wiha hewl didin gelê Kurd herêmê terk bike û koçkirin pêk were. Ancax baweriya me bi gelê me heye ku ewê li dijî van siysetên teslîm wergirtinê serbikevin.”

 

Endamê Rêveberiya Civaka Êzidî Hesen Dutar bêdengiya hêzên navnetewî jî rexne dike û dibêje; “Ez pirs ji raya giştî ya cîhanê û bi taybet jî partî û rêxistinên li herêmê dixebitin dikim ku çima bêdengin? Ji bo vê jî bang li hêz û derdorên demokrasîxwaz dikim ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin. Ji ber bêdengiya niha ya heyî tê wateya piştgirî dayîna êrîşên dewleta Tirk.

 

‘Ev êrîş ne tenê li ser Rojavaye’

 

Dutar diyar ki ku gelê Kurd dijminê xwe baş naskiriye û dizane ku ev êrîşên niha li ser Rojava pêk tên li ser Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye jî û wiha pêde çû: “Her wiha ev êrîş di heman demê de li ser mirovahiyêye jî. Bi dîtina min êrîşa li ser Efrînê berdewamiya êrîşa li ser Şengalê ye. Ji ber li Efrînê êrîşê gundên Êzîdiyan dikin. Berê niha jî heman tişt li Şengalê kirin bi hezaran kes qetilkirin, bihezaran jin û zarok revandin. Niha li Efrînê jî êrîşê gund û bajarên Êzidiyan dikin. Lê em dilniyane ku wê ciwanên Kurd hesabê ji Erdogan bixwazin.”