ROJNEWS/MEXMÛR

 

 Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 5 dibistanên Seretayî, yek Navîn û  ji yek dibistana Amedeyî pêktê, piştî behindana 15 rojan, îro bi awayek fermî dest bi perwerdeya dema du kirin.

 

Merasîma destpêkirina dema du ya perwerdeyan li Dibistana navîn a Şehîd Jiyan hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê rêveberiya dibistanê mamosta Sedîq Benek ku axivî, got; “Bêhindan ji bo mejiyek saxlem û bi tendurist, kemasiyên ku çêbûne li ber çavan re derbaz bike û bi awayek aktîv bejdarî waneyan bibe, ev bêhindan tê dayîn. Ji ber em di aliyê mejî de ji herkesê cûdatirin, jiyana ku em dijîn û fêkrê Rêber Apo ku ji bo  me dayî ji yên herkesê cûdatire.”

 

 

Benek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Îro çavê hemû cîhanê li Efrînê ye. Yên li wêderê tekoşîn dikin û li ber xwe didin zarokên Kurdane, dema ku em li vêderê bi awayek azad perwerde dibînin bi saya şehîd û tekoşerên mene.”

 

Piştî axaftina xwendekaran karnameyên xwe teslimî mamostayan kir û bi awayek fermî dest bi perwerdeya dema du ya sala 2017-2018’an kirin.

 

 

 

 

 

(ht-hr) 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here