Efrînî: Em bi şervanên xwe re weke goşt û neynokê ne

35

 

 

 

EFRÎN / ROJNEWS

 

 

Hewldana dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk û çeteyên dewşirmeyên El Qaîde yên girêdaî wî û Berxwedana Serdemê ya gel û şervanên Efrîn li hember wî didin nîşandan di roja 23’yan de dewam dike. Dewleta Tirk ku nikare ji ber berxwedana şervanên YPG-YJŞ’ê bi pêş ve biçe, bê navber cihên sivîl yên Efrînê bi balafirên şer û topan bombe dike. Lê, tevî vê yekê jî xelkê Efrînê gundên xwe terk nakin.

 

 ‘Ez ê li ser van axan bi şeref bimrim’

 

Nûrî Ebdo yê ji gundê Sînka ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ku diyar dike ew ê gundê xwe terk neke, dibêje ku çavê wan li axa ti kesî nîne, ancax ewê axa xwe ji ti kesî re nehêlin. Ebdo biryardariya xwe ya mayîna li ser axa xwe wiha tîne ziman: “Em axa xwe terk nakin. Ev ax namûsa me ye. Me çav bernedaye axa ti kesî. Em ê heya mirinê jî li ser van axan bin. Temenê min digihije 80’ê salê, ma ezê ji vê saetê şûnde birevim? Nexêr, eger ezê bimrim jî li vir bi şerefa xwe, li ser axa xwe bimrim.”

 

 

'Em ê li kêleka rêhevalên xwe şer bikin’

 

Ciwanê bi navê Alan Çawîş dibêje, "Ev ax yê vî geliye” û wiha diaxive: “Me şer li dijî kesê îlan nekiriye. Ew şer li dijî me vekirin. Me li ser axa xwe di nava hizûrê de dijî. Ev ax ya vî geliye. Her roj mirovan qetil dikin. Lê, em bi qetilkirinan xilas nabin. Emê heya dawiyê li ber xwe bidin û li gel rêhevalên xwe bin.”

 

 

'Berxwedan ket para me'

 

Bavê Ferhad yê ji gundê Basilê ya girêdayî navçeya Şerawa jî diyar kir ku gel baweriyê didin YPG-YPJ’ê. Bavê Ferhad diyar kir ku tevî êrîş li ser gundê wan çêbûye jî ew gundê xwe terk nekirine û wiha axivî: “Tevî bomberduman balafirên dewleta Tirk û her cûre êrîşên wan jî me gundê xwe terk nekir. Heya niha yek însan jî gund terk nekiriye. Ev jî ji ber gelê me baweriya xwe bi YPG/YPJ û QSD’ê ye. Gel û şervan êdî bûne yek. Em serdemeke dîrokî dijîn. Di vê serdema dîrokî de jî berxwedana ketiye para me, emê jî li ber xwe bidin.”

 

 

'Em ê gundê xwe û axa xwe terk nekin’

 

Jina bi navê Siltan Gedro jî dibêje, şarapnêlên avêtine gundê wan bi mala wan ketiye û dibêje ku tu mafekî dewleta Tirk li ser Efrînê nîne û wiha diaxive: “ Gundê me rojane bi tank û topan tên bombe kirin. Şevê din jî bombe kirin. Temaşe bikin, ev şeranel li mala min ket. Lê, tevî vê yekê jî emê gundê xwe, axa xwe û bajarê xwe terk nekin. Ji ber em mafdarin. Tu mafeke wan li ser vir nîne. Divê cîhan jî vêya bibîne.”

 

 

‘Şervan ji bo me şer dikin’

 

 

Fehîme Îbrahîma ji heman gundê jî dibêje, ku şervan canê xwe ji wan feda dikin û wiha dibêje, “Dewleta Tirk bêyî ti pîvanan nas bike gundên me bombe dike. Zarokên me qetil dike. Lê, hevalên me ji bo me xwîna xwe dirêjin. Ew me diparêzin. Ez qurbana wan bibim. Ma ez êe wan bihêlim biçim kuderê? Em bi şervanên xwe re mîna goşt û neynokêne. Em e tucarî vê axê terk nekin.”