HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Welatiyên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku rewşa îro di serî de Kerkûk, Xurmatû û herêmên din têde ne, ji ber nebûna yekgirtina Kurdane û gotin ku lidar xistina kongreya netewî giring û pêwîste.

 

Berpirsê Şaxa Germiyan ê Rêxistina Şopandinê ya Kurdosayed Şiwan Celal got ku nabe kongreya netewî bibe qurbanê desthilata Başûr û got; “Metirsiya xerabiya vê desthilatê alikare ji bo dijminên gelê me. Ew jê sûd digirin.”

 

 

Şiwan Celal wiha dewam kir; “Kongreya netewî û hebûna çarçoveyek hevbeş a karkirinek demokratîk û stratejiyek li ser doza rewa ya gelê me, ji bo vê serdemê pêwîstiyek giringe. Dijminên gelê me û komployên herêmê li gel hemûna hemû aloziyên xwe jî, li ser mijara tinekirina ezmûnên Kurdistanê bûne yek.”

 

Her wiha Seroka Gruba Kobîn li Germiyan Nîgar Omer jî got; “Ger niha em di nava xwe de yekgirtî ban, wê hemû êrîşên li ser Kurdistanê pûç biban.”

 

 

Nîgar Omer diyar kir ku yekgirtina çar parçeyên Kurdistanê giringe û got; “Divê ji bo vê yekgirtinê me hemû hewldan bikin. Divê Efrîn bikene xala vegerîna dîrokî û demek pêş a din kongreya netewî lidar bixin.”

 

Mamosta Burhan Adil jî diyar kir ku yekgirtin bûye xewna Kurdan û wiha dewam kir; “Ji dema Kurd heye nebûye yek. Vî gelî ew çend berdêla nebûna yekgirtina xwe daye. Nayê hejmartin.”

 

 

Burhan Adil axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Mixabin dema Kurd digehine desthilatê, beşek ji berpirsên vî gelî dest bi xiyanetê dikin. Xewin û armancên Kurdan ji bîr dikin. Şengal, Xurmatû û Kerkûk mînaka vê rastiyê ye. Ger em dinava xwe de yekgirtî ban, wê Kerkûk û Xurmatû neketiban vê rewşê ku niha têde ne.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here