ŞAREZÛR/ SILÊMANÎ

 

Piştî hefteyekê mayîna li Nexweşxaneya Îranê duh jina ciwan a xelka navçeya Şarûz girêdayî Silêmanî (K.I) jiyana xwe ji dest da. Di 9’ê Sibatê de jî jina binavê (I.M) li gundê Kêlekewe yê girêdayî navçeya Seyîdsadiq ku şewitî, jiyana xwe ji dest da.

 

Der barê bûyerê de polîsê Seyîdsadiq got; “Di şeva 5’ê Sibatê de (I.M) dema genimê şamî di qeland ji ber agirê girte bedena wê ji sedê 97 şewitî. Dema hevserê wê jî hewl da şewatê bi vemirîne destên wî şewitîn.”

 

Hejay gotinê ye ku hejmara hejmara jinên bi bûyerên cûda cûda li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibe.

 

Ji destpêka îsal ve li Başûrê Kurdistanê 52 bûyerên kuştin û xwekuştin çêbûne.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here