QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Kampanya komkirina îmzeyan ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê ku di 3’ê Sibata 2018’ê de ji aliyê Rêxistina Enough a ji bo mafê mirov û azadiya rojnamegeran ve hatiye destpêkirin, didome.

 

Destpêkê îmze bi rêya tora civakî yên ([email protected]، Hemn Mamand) bû. Belê 4 rojin rêveberên kampanyayê li navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê derketine nava gel û îmzeyan kom dikin.

 

Li gor gotina rêveberên kampanyayê di nava hefteyekê de 7 hezar îmze hatine komkirin û komkirina îmzeyan didome.

 

Biryare di 17’ê Sibatê de kampanya bi dawî bibe. Destpêkê îmzeyên hatine komkirin wê bên dayîna hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlamento û hikûmeta Iraqê. Piştre jî bên şandina Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Laha bên kirin.

 

Destpêkirina vê kampanyayê piştî destpêkirina êrîşên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk di 20’ê Çileyê de dest bi êrîşkirina ser Efrînê kir û heya niha bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar kirine.

 

 

 

 

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here