‘Jinên Başûr dikarin bi îradeya jinên şervan dijî tundûtûjiyê rawestin’

27

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Jinên Başûrê Kurdistanê ku ji ajansa me re axivîn, danxuyakirin ku rola jinan di berxwedana Efrînê de pir giringe û gotin ku ew bi jinên şervan ên li eniyên şer têkoşîn dikin serbilindin.

 

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê Beyan Heme Elî diyar kir ku beşek ji êrîşên dagirker dikin ser Efrînê li dijî îradeya jina ye û wiha domand; “Ew berxwedana jinên Rojava dimeşînin bûye cihê baldariya hemû cîhanê. Jin li hemû eniyên şer têdikoşin. Ev jî bûye cihê şanaziya me hemûyan.”

 

 

Beyan Heme Elî axaftina xwe wiha dewam kir; “Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd bi giştî û taybet jin, dikarin heman berxwedana jinên Rojava dimeşînin, ew jî bimeşînin. Bi şertê ku li Başûr bi heman îrade, felsefe û îdeolojiyê xebat bê kirin. Êdî dema wê hatiye jin ji qalibê niha têde ne derkevin. Ji bo dijî derketina hemû ew tundûtûjiya li hemberî wan tê kirin xebat bikin.”

 

Vînos Salar got ku cihê şanaziyê ye ku beşek ew berxwedana mezin a li Rojavayê Kurdistanê dijî dagirkeran tê meşandin jin pêşangiya wê dikin û wiha dewam kir; “Ti mafek rewa yê dewleta Tirk nîne ku van êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Baweriya me bi temamî bi wê heye ku bi vê îradeya bihêz hêzên YPJ û YPG’ê dijî dagirkeran wê serbikevin. Weke Kobanê wê destana lehengiyê binivîsinin.”

 

 

Vînos Salar di dawiya axaftina xwe de rexne li PDK’ê jî kir û got; “Mixabin ku PDK ne amadeye alikariya gelê Kurd li Rojava bike. Di heman demê de pirsgirêk û astengiyan ji bo ew kesên dixwazin piştgiriya Efrînê bikin çêdike. Ev jî cihê şermezariyê ye.”

 

(sk)