Li Hewlêr pêşangehek a hunerê dest ê jinan hate vekirin

22

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Duh Rêxistina Şaw ji bo xizmetgûzariya giştî ku rêxistinek a Norveçê ye ji bo çend jinên bajarê Hewlêr pêşangehek a karê hunerê dest vekir. Pêşangeh wê sê rojan dewam bike.

 

Pêşangeh li MageMall a bajarê Hewlêr hatiye vekirin û nêzî 20 jin ên di temenên cûda de tevlî pêşangehê bûne.

 

Li ser armanca pêşangehê yek ji jinên ciwan ên tevlî pêşangehê bûne Hêdî Ewnî ji ajansa me re wiha got; “Armanca vê pêşangehê ji bo derxistina pêş a hunerê jinan û tevlîkirina jina ye. Ji bo hîn zêdetir hewldan bikin ku dema pêşde tevlî pêşangehan bibin û projeyên taybet ên xwe.”

 

 

Hêdî Ewnî daxuyakirin ku di pêşangehê de berhemên weke cilên Kurdî, tablo û gelek cûrên din ên karê dest hatine nîşandan û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em dixwazin bi rêya karê dest ji bo jiyana xwe dehatekê bidest bixin. Hêvî dikim di dema pêşde vekirina pêşangehên wiha dewam bike.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(sk)