Li Rûsyayê balafira rêwiyan a 71 kes tê de kete xwarê

47

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira rêwiyan Rêyên Hewayî ya Saratovê ku ji Balafirgeha Domodedova ya paytexta Rûsya Moskowayê rabû, ji radarê winda bû.

 

Li gorî daxuyaniya Îdareya Sereke ya Rewşa Lezgîn a Moskowayê, balafir dibe ku li bajarê Ramenskiy ketibe xwarê û tîmên rizgarkirinê li wê herêmê dest bi lêgerînê kirine.

 

Hat ragihandin ku Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.

 

Hat gotin ku di balafirê de 65 rêwî û 6 personel hebûn.