HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

Li gundê Pelkane yê bajarokê Zinane yê Germiyan, di êrîşekê de leşkerekî Hêzên Bersivdayîna Lezgîn a  Artêşa Iraqê hate kuştin.

 

Berpirsê Ragihandina Hêzên Bersivdayîna Lezgîn a Artêşa Iraqê Ebdulemîr Mihemedawî têkildarî êrîşê ev agahî dan ajansa me; "Hêzekî me dema serdana wê herêma ji berî çend rojan ji aliyê hêzên me ve ji destê çekdarên nenas ve hatî rizgarkirin, kirin, di wê demê de çekdarên nenas êrîşî wê grûba hêzên me kirin û di endamê de leşkerekî me hate kuştin. "

 

Ebdulemîr Mihemedawî diyar kir ku piştî êrîşê hêzên wan li wê herêmê dest bi lêgerînê kirine, lê rastî ti kesî nehatine.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here