Parlamentera PDK’ê: Emê tevlî runiştina parlamentoyê nebin

30

 

 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Biryar bû parlamentoya Iraqê îro bicive. Lê ji ber hejmara yasayî ya parlamenteran temam nebû, runiştin hate taloqkirin. Parlamenterên Kurd jî runiştin boykot kirin û diyar kirin ku ewê tevlî runiştina parlamentoyê ya li ser bûdceya ji sedê 12,67 ji bo Herêma Kurdistanê nebin.

 

Der barê mijarê de parlamentera PDK’ê li parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf ku ji ajansa me re axivî, got; “Ger runiştin destpê bike û hejmar temam jî bibe, weke Kurd ji bo runiştin destpê neke emê serî li hemû rêyan bidin û xwendina duyem ji bo projeyasaya bûdce neyê kirin. Heya têkdana runiştinê jî dibe.”

 

Eşwaq Caf wiha jî got; “Emê dest ji mafê Kurdistan û pêşmergeyan bernedin. Divê ji bo Kurdistanê bûdceya ji sedê 17 bê dayîn. Em bûdceya ji sedê 12,67 qebûl nakin.”

 

(sk)