Salar Mehmud: Bi hincetek bê bingeh nehiştin biçim Rojava

28

 

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro li avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê parlamenterê YNK’ê Salar Mehmud têkildarî astengkirina wî ya çûna ji bo Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Salar Mehmud diyar kir ku di 30’ê Çile de parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya û helwesta xwe li ser Efrînê ragihand û wiha dewam kir; “Piştî parlamento helwesta xwe eşkere kir, şandek a konsolosxaneya dewleta Tirk hate parlamentoyê û nerazîbûna dewleta xwe ya li hemberî biryara parlamentoyê eşkere kir.”

 

Salar Mehmud wiha jî dewam kir; “Hefteya buhrî weke parlamento me biryar da ku Deriyê Sînorê Fîşxabûr- Sêmalkan li ser Rojava bê vekirin. Alikariyên însanî ji bo Rojava bên şandin. Ji bo lêkolînkirina bûyerên Efrînê, duh şandek parlamenteran me xwest biçin cihê bûyerna. Piştre li Deriyê Fîşxabûr destûr nehat dayîn ez derbasî Rojavayê Kurdistanê bibim.”

 

Salar Mehmud her wiha got; “Piştî me peywendî bi aliyê siyasî û cigirê serokê parlamentoyê re kir, asayişa sînor li ser pêşîgirtina min bi biryar bûn û nehiştin ez derbas bibim. Deriyê Sînorê Fîşxabûr di destê aliyê hizbî de ye. Gelek nerazîbûn li ser hene. Divê parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser kar bike. Lijneyek ji bo Deriyê Fîşxabûr çêbike û lêkolîn li ser biket.”

 

Salar Mehmud diyar kir ku hinceta pêşîgirtina li wî ‘nebûna navê wî di lîsteya navê şandê de’ bû û got; “Ev hincetek bê bingehe. Tişta çêbû tenê di berjewendiyê desteyek diyarker a Başûrê Kurdistanê de ye.”

 

Hêjay gotinê ye ku duh şandek a parlamentoya Herêma Kurdistanê ku ji parlamenterê YNK’ê Ebas Fetah, parlamenterê Hizba Komunîst Ebukarwan, parlamenterê PDK’ê Elî Halo, parlamenterê Goran Şêrko Heme Emîn, parlamenterê Yekgirtûya Îslamî Suhrab Mîkaîl ber bi Efrînê ve rê ketine û îro gihan Rojavayê Kurdistanê.

 

(sk)