Şandeya Bakurê Sûriye serdana kampa penaberan kir

36

 

AYSEL HECÎ / SILÊMANÎ

 

Şandeya Bakurê Sûriyê ku ji Hevseroka Kantona Cizîre Hîva Erebo, Alîkarê hevseroka Kantona Cizîre Apram Îshaq, Rêvebera Kongra Star Welîde Botî û nûnera Kongra Star ya Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl pêk dihat îro, serdana kampa penabaran ya ji xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriye pêktê kir.

 

Şande ji aliyê Serokê Meclîsa TEV-DEM’ê ya kampa Erbed Miheydîn Yûsif Hesen û penaberan ve  hate pêşwazî kirin. Hesen xêr hatina şandeyê kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.  Her wiha îşaret bi berxwedana Efrînê jî kir û got: “Efrîn ev 23 roje li ser piyaye, li berxwe dide û wê li berxwe jî bide.”

 

 

Paşê Hevseroka Kantona Cizirê Hîva Erebo jî xîtabê gel kir û daxwaza vegera ser malên xwe li penaberên Rojava kir û got: “Gelê me yê li vê derê di encama êrîşên 2014’an de li ser Rojava û Sûriye çêbûn, ji ser axa xwe bûn. Divê xelkê me yê li vir vegerin ser mala xwe û axa xwe.  Ger em bê nan û bê av jî bimînin divê bê war (welat) nemînin.”

 

 

Hîva Erebo têkildarî armanca êrîşên li ser Rojava û bi taybet jÎ Efrînê agahî da penaberan û diyar kir ku encama van êrîşan çibe bila bibe, wê gelê li berxwe bide qezenc bike.”

 

Kampa Erbed li bajarokeke nêzî Silêmanî di sala 2014’an de hatiye avakirin û ji penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku ji ber alozî û şerê li Sûriyê cihê xwe terk kirine pêk tê. Nifûsa wargehê ya niha di derdora 10 hezar kesî de ye.