Şandeya Parlamentoya Başûr gihişt Efrînê

62

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şandeya Parlamantoya Başûrê Kurdistanê ku ji parlamenterê PDK Elî Halo, Perlamenterê Goran Şêrko Heme Emîn, Parlamenterê YNK’ê Ebas Ebdulfetah, Parlamenterê Yekgirtû ya Îslamê Sehrab Mîkaîl, ji partiya Komunîst  Bavê karwan pêk dihat duh di saetên êvarê de bi armanca serdana Efrînê, ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Rojava bû. Şande dixwaze êrîşên li ser Efrînê her wiha şûnwar û binesaziyên herêmê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine topbaran û bombebarankirin, bişopînin.

 

Şande îro di saetên êvarê de gihiştin Efrînê. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Efrînê, her wiha endamên saziyên civakî û bi sedan şêniyên Efrînê li Meydana Şehîdan pêwaziya şandeyê kirin.