Sengawî: Dibe piştî Efrînê dijî Silêmanî û Hewlêr jî êrîş çêbibe

44

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana şervan û gelê Efrînê ya li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk di roja 23’an de didome. Piştgiriya ji bo ‘Berxwedana Serdemê’ her diçe zêde dibe.

 

Berpirsê Eniya Germesêr a hêzên pêşmerge li Germiyan Mehmud Sengawî ku ji ajansa me re axivî, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke êrîşên li ser Kerkûk, Xaneqîn û Şengalê binav kir û wiha domand; “Dijminên gelê me dizanin ku Kurd bi hemû şêwey ber bi azadiyê ve diçin. Ji bo wê dijmin bûne yek û êrîşê Efrînê dikin.”

 

Sengawî diyar kir ku nayê wê wateyê wê piştî Efrînê hemû êrîş rawestin û wiha pêde çû; “Dibe êrîş dijî Silêmanî, Hewlêr û parçeyên din çêbibin. Tişta li Efrînê dijî neteweyekê rû dide, mixabin dewletên mezin ên cîhanê xwe li hember bêdeng kirine. Agahiya wan ji zarokên Kurd nîne ku dikevine bin kavilên xaniyên tên rûxandin de.”

 

Sengawî bal kişande ser rol û berxwedana şervanan dijî êrîşên li ser Efrînê û wiha dewam kir; “Lehengiya şervan û gelê Efrînê serê gelê me bilind kiriye. Ez dibêjim xwezî pêlava Avesta Xabûr ku li hemberî tanga dewlet aTirk çalakiya fedayî kir biketa destê min. Minê danîba di mûzexaneyê de. Ji ber ku wan serê jinên Kurd bilind kiriye. Li hemû cîhanê jina Kurd bûye sembola lehengî û berxwedanê.”

 

Sengawî di dawiya axaftina xwe de ev jî got; “Şervan bûne hêzek diyar. Ji ber ew li hember hêza NATO rawestîne. Bi balafir û tangan dijî wan êrîş pêk tê. Belê ew xwe kiriye mertal ji bo netew û nasnameya xwe. Ji bo azadiya gelê xwe canê xwe didin.”

 

(sk)