RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Di 3’ê Sibata 2018’ê de Rêxistina Enough (Êdî Bes e) ji bo parastina mafê mirov û azadiya rojnamegeran ji bo derxistina leşkerên Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê kampanyeyek komkirina îmzeyan da destpêkirin. Kampanya didome. Welatiyên Kerkûkê ku ji ajansa me re axivîn piştgiriya xwe ji bo vê kampanyayê anîn ziman.

 

Welatiyê ji bajarê Kerkûkê Dîdar Eswed piştgiriya xwe ji bo derxistina leşkerên Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê anî ziman û wiha dewma kir; “Hinek hizbên Başûr hebûna leşkerên Iraqê li Kerkûkê weke dagirkerî dizanin. Belê hebûna leşkerên Tirk bi yasayî dizanin.”

 

 

Çavdêrê siyasî Xazî Kerkûkî jî li ser derxistina leşkerên Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê wiha axivî; “Cendermeyên Tirk ji sala 1993’an ve bi biryara Mesûd Barzanî hatine Başûrê Kurdistanê. Weke Behdînî dibêjin ‘herêma me radestê Tirk, cenderme û MÎT a Tirk hate kirin’. Ev dagirkerî didome.”

 

 

Xazî Kerkûkî axaftina xwe wiha dewam kir; “Beşek ji van hêzên Tirkiyê êrîşê ser Efrînê dikin ji Başûr diçin. Parlamentoyê ji bo derxistina wan biryar derxistiye. Belê diyare ew guhdarî biryarê nakin. Ger hikûmeta Herêma Kurdistanê nekare vêna pêk bîne, wê demê divê gel rabin û wan derbixin.”

 

Berpirsê Rêxisitna Darkel Kurdo Saleyî jî ku rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, diyar kir ku ji bo derxistina leşkerên Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê ti helwestek wan a cidî çênebûye.

 

 

Kurdo Saleyî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ez li vir ji civaka navnetewî daxwaz dikim ku kampanyayên hîn zêdetir bidin destpêkirin ji bo derxistina van leşkeran ji ser xaka pîroz a Kurdistanê.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here