Welatiyên Kerkûk: Nabe Ocalan di girtîgehê de bê hiştin

66

 

 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

15’ê Sibatê di ser komploya navnetewî ya girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 19 sal derbas dibin. Welatiyên bajarê Kerkûkê bi vê boneyê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku nabe Ocalan li girtîgehê bimîne.

 

Yek ji welatiyên bajarê Kerkûkê Mecîd Bîbanî li ser komploya 15’ê Sibatê wiha got; “Rêber Apo xwedî îdeolojiyek netewî ye. xwedî fikir û felsefe ye. Ji bo wê Tirkiye bi desteka çend welatên din ên cîhanê Birêz Ocalan girtin.”

 

 

Mecîd Bîbanî her wiha diyar kir ku ew ji hemû hêzên navnetewî û rêxistinên mafê mirov daxwaz dike, tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin û hewldana azadkirina Ocalan bidin.

 

Welatiyê bi navê Adil Omer ku yek ji nivîskarên Kerkûkê ye, li ser heman mijarê wiha axivî; “Li hemberî rêberê tevgerek azadîxwaz a gelê Kurdistanê Ocalan tewanek mezin hate kirin. Bi komployek navnetewî ya tevlîbûna çend welatan ji bo girtina Ocalan nexşeyek çêkirin.”

 

 

Adil Omer got ku fikir û felsefeya Ocalan ji bo azadî û demokrasiyê ya gelê Kurdistan û gelên din, ne tenê li Qendîl, an li Bakûrê Kurdistanê, li Rojava û beşên din ên Kurdistanê û gelek cihên din jî bûye cihê eleqeyek mezin a dost û dijminan.

 

Heval Dara jî got ku Ocalan bi komployek navnetewî hate girtin û wiha dewam kir; “Rêber Apo tenê bi fîzîkî di girtîgehê de ye. belê fikirê Apo her diçe pêşde diçe û mezin dibe. Heya niha girtîgehê nekariye fikir û hizirê Rêber Apo rawestîne.”

 

 

Di dawiyê de Heval Dara axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Hêvî dikim piştî çend salan welatên cîhanê bêdengiya xwe bişkênin û vê binpêkirina li hemberî Kurdan rawestînin. Mafê serkirdeyên Kurdan heye ku ji dervey girtîgehê bijîn. Nabe Ocalan li di girtîgehê de bê hiştin. Yan serkirdeyên Kurd nabe girtîgeh bibe cihê wan.”

 

(sk)