Alîkariya ji bo Efrîn li deriyê Pêşxabûr qelibî

35

 

 

 

ROZA MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Deriyê sînor yê Pêşxabûr (Sêmalka) ku dikeve navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dikare bibe wesîleya danûstandin û hevkariyeke bihêz di navbera her du parçeyên Kurdistanê de. Lê, tevî ku gelê Başûrê Kurdistanê û heta Parlementoya Herêmê jî piştgiriyê didin berxwedana Efrînê jî hê Hikûmeta  Başûrê Kurdistanê ev daxwaza gel û ya parlementoyê qebûl nekiriye û deriyê navbera Başûr û Rojava de venekiriye. Bereya Piştgiriya Efrîn ya li bajarê Silêmanî jî ragihand ku ew alîkariyên derman û pêwîstiyên mirovî berhev kirine lê, ji ber hikûmet derî venake ew nikarin bigihînin Efrînê.

 

Endamê Bereya Piştgiriya Efrîn Newzad Salih bang li hikûmetê kir ku deriyê navbera Başûr û Rojava vekin ji ber pêwîstiya gelê Efrînê bi hevkarî û alîkariyê heye û wiha axivî: “Daxwaz ji Hikûmetê dikim ku deriyê Sêmalka ya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de veke, ji ber pêwîstiya xwişk û birayên me bi hevkarî û alikariyê heye. Eger Efrîn bikeve wê Qamişlo, Duhok, Hewlêr û Silêmanî jî bikeve. Berovajiyê vêya jî serkeftina wan wê bibe serkeftina Başûr jî.”

 

 

Newzad diyar kir ku ew weke Bereya Piştgiriya Efrîn heya niha gelek çalakî, panel û semîner lidar xistine û daxuyankirin ku niha ew hewl didin alîkariyê ji bo Efrîn kom bikin û bixwe jî derman berhev kirine û ji bo derbaskirina van dermanan jî daxwazê ji Hikûmetê dikin ku deriyê Sêmalka vekin.