Hikûmet 16 mûçe deyndarê teqawîtane

32

 

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro mamostayên teqawît ên bajarê Hewlêr li ber Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.

 

Di çalakiyê de mamostayan pankarên bi nivîsa ‘çima sindoqa teqawîtan hatiye valakirin?’, ‘em mûçeyê xwe yê nehatiye dayîn dixwazin’ û ‘Daxwaz dikin yasaya teqawîtan a Iraqê li Herêma Kurdistanê bê pêkanîn’ hildan.

 

 

Mamostayên teqawît nerazîbûn û gazindên xwe yên li hemberî paşketina mûçeyê wan anîn ziman û daxwaznameyek pêşkêşê Wezareta Darayî kirin û têde daxwaza dayîna mûçeyê xwe ku dema wê de bê dayîn kirin.

 

Her wiha mamostayên teqawîtbûyî diyar kirin ku ti serçaveyek wan a dina jiyanê nîne û pêwîstiya wan bi serçaveya darayî heye. Her wiha gotin ku her 2-3 mehan carekê mûçeyê wan tê dayîn, ew jî têra derman û deynên wan nake.

 

Her wiha di daxwaznameya mamostayan de wiha jî hate gotin; “Em dixwazin ew çend jiyana me ya maye bi şêweyek asayî bijîn. Ne bi jiyanek zehmet û dijwar be. Hikûmet 16 mûçe deyndarê teqawîtane. Daxwaz dikin mûçeyê me di dema xwe de bê dayîn û ev jî mafê me ye.”

 

Hêjay gotinê ye ku tevahî teqawîtên medenî bi hev re mûçe werdigirin. Li gor vê 16 mûçeyên teqawîtên medenî li gel hikûmetê maye ku ji bo wan nehatiye dayîn.

 

 

 

(sk)