Ji ber boykotê gelek dibistanên Balekayetî hatine girtin

73

 

 

 

ZOSK BALEK/ BALEKAYETÎ

 

Mamostayên navçeya Çoman a girêdayî herêma Balekayetî ya girêdayî Hewlêrê çar rojin çûna dibistanan boykot kirine. Der barê boykotê de mamosta û rêveberê perwerdeya Çoman ji ajansa me re axivîn.

 

Yek ji mamostayên navçeya Çoman Eşqî Ebas diyar kir ku weke mamostayên bajaroka Qesrê û beşek ji mamostayên navenda navçeya Çoman biryar dane ku hefteyekê çûna dewamê boykot bikin û got; “Ger daxwazên me neyên pêkanîn, wê boykota me bidome. Ji bo bidestxistina mafên xwe wê çalakiyên me yên cûdatir jî çêbibin.”

 

 

Eşqî Ebas ev jî got; “Daxwazên me dayîna mûçe di dema xwe de. Rakirina sîstema paşxistina mûçe.”

 

Li ser heman mijarê Rêveberê perwerdeya navçeya Çoman Çeto Ehmed jî wiha got; “Boykotkirin mafê rewa yê mamostayen ku bi vê rêyê daxwaza mafên xwe dikin. Belê nabe xwendekar bibin qurbanî. Ji ber ku daxwaz daxwazên giştî ne. Li gelemperiya Kurdistanê mamosta daxwaza vî mafî dikin.”

 

Çeto Ehmed daxuyakirin ku boykot herî zêde li bajarokê Qesrê yê herêma Belakayetî ye, niha tenê yek dibistana baxçeyê zarokan dewam dike û li tevahiya dibistanên din dewam rawestiye.

 

 

Çeto Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Heya niha ew mamostayên ku boykot dikirin, nehatine gel me û daxwazên xwe ji me re ne ragihandine û em jî bigehînine cihên peywendîdar.”

 

(sk)