Ji parlementerên jin yên Başûr pêşniyarqanûna kota

23

 

 

 

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

 

Îro parlementera ji koma partiya PDK li Parlementoya Herêma Kurdistanê Amîne Zîkrî li gel komek parlementerên jin li salona parlementoya herêmê ji bo kotaya jin daxuyaniyeke çapemeniyê lidar xistin. Di daxuyaniya çapemeniyê de Amîne Zikrî axivî û got: “Me ji bo jin sedî 30 di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih bigire, pêşniyarqanûnek amade kiriye. Em ê vê  pêşniyarqanûnê pêşkêşe komîsyonên parlementoyê û bi taybet jî komîsyona qanûn bikin. Armanca me ji vê pêşniyar qanûnê ewe ku rêjeya jinan di hemû dezgehên hikûmî de mîna ya parlementoyê bibe sedî 30’ye.”

 

Amîne diyar kir ku ji bo vê pêşniyarqanûnê 23 parlementer îmze kirine û daxwaz ji hemû nûnerên partiyên siyasî yên nava parlementoyê de jî kir ku dema ev pêşniyar çû parlementoyê piştgiriyê bidinê.”

 

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev pêşniyarqanûn di dema civîna jinên rêveber û berpirsyar yên partiyên Başûr ku li Hewlêrê pêk hat de, hate amade kirin.