QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê di roja 24’an de didomin. Li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana bê hempa ya gelê Efrînê didome.

 

Der barê êrîşên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê de endamê koma Netewî li parlamentoya Herêma Kurdistanê Arî Hersîn ku ji ajansa me re axivî, got; “Pêwîste dema li her parçeyek Kurdistanê pirsgirêk hebe, bi şêweyek aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Belê tişta dewleta Tirk dike, binpêkirina sînorane.”

 

Arî Hersîn diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ber çavê dewletên mezin, Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî pêk tîne, komkujiye û got; “Ev êrîş û komkujiye binpêkirina mafê mirove û têkdana serweriya welatek dine.”

 

Li ser piştgiriya hizbên Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê jî Arî Hersîn got; “Ji şerma me Kerkûk daye dest, rûyê me nagire bêjin emê hêzên pêşmergeyan bişînin Efrînê. Ji ber mafê gel heye ku bêjin te Kerkûk ne parast, niha tu wê ji bo Efrînê bikarî çi bikî?”

 

Di dawiyê de jî Arî Hersîn diyar kir ku divê Başûrê Kurdistanê bi şandina alîkarî ji bo Rojava û şermezarkirina êrîşan piştgirî bide Efrînê.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here