Jinan li navçeya Mexmûrê belavok belav kirin

40

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

Meclîsa Îştar ku meclîsa jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye bi boneya salvegera 19. a komploya navnetewî û balê kişandina ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrîşên ser Efrînê li navçeya Mexmûrê ya ser bi parêzgeha Mûsilê belavok belav kirin. Ev du rojin ev xebatên belavokan ji aliyê komîteyeke jinan a Meclîsa Îştarê ve tê birêve birin.

 

 

Endama Meclîsa Îştar Sarya Îdrîs jî diyar kir ku armanca wan ya ji belav kirina belavokan we bûye ku gelê Başûrê Kurdistanê jî ji tecrîda giran ya li ser Ocalan tê ferz kirin û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê agahdar bikine.

 

 

Mamoste Zekîye Kaçan ku di komîteya amadekariya belavokan de cih digire jî diyar kir ku ew dixwazin bi belavakon hem agahdariya gelê Başûrê Kurdistanê ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêbikin hem jî gel di mijara komkujiyên dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne bixin rojevê û wer bikin ku hişyariyeke giştî di vê mijarê de hebe.

 

 

Zekîye Kaçan bang li Rêxistinên Cîhanî jî kir ku li hember van komkujiyên sivîl û tecrîda giran ya li ser Rêberê wan temaşeker nemînin û ji bo wê jî bikevin tevgerê.  

 

 

Navçeya Mexmûrê cîranê Kampa Penaberan a Mexmûrêye û bajarokeke Kurdane. Mexmûr dikeve ser parêzgeha Mûsilê û 50 kîlometre jî ji parêzgeha Hewlêrê dûre.

 

 

 

 (ht-eg)