Li Bane cenazeyê kolberekî hate dîtin

44

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor nûçeya Komeleya Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê duh cenazeyê kolberekê binavê Şiwan Resûlî li geliyê Hencîre Reş a Bane ku dest û lingên wî girêdayî bûn, hate dîtin.

 

Şiwan Resûlî pêş hefteyekê ji bo karê kolberiyê ji mala xwe derketib. Duh cenazeyê wî ku dest û lingên wî girêdayî bûn hate dîtin.

 

Li ser sedema kuştina Şiwan Resûlî hîna agahî nehatine girtin.

 

(sk)