Li Dihok mirinên bi guman

48

 

 

 

SUID ŞAY GORAN/ DIHOK

 

Di çend rojên buhrî de li bajarokê Berdereş ê girêdayî Dihok ciwanekî dawî li jiyana xwe anî û li Dihokê jî zilamek 45 salî di mala xwe de ji aliyê çend kesan ve hatiye xeniqandin.

 

Der barê bûyerê de berdevkê polîsê Dihokê Hêmin Silêman ji ajansa me re wiha got; “Di 24 saetên buhrî de ciwanek ê xelkê bajarokê Berdereş (26) dawî li jiyana xwe anî.”

 

Hêmin Silêman wiha jî got; “Di şeva 10’ê Sibatê de li Taxa Masîka ya li navenda bajarê Dihokê, zilamek temen 45 salî bi navê (M.H.) dema di mala xwe de bû, ji aliyê çend kesan ve hatiye lêdan û piştre bi balîf xeniqandine. Lêkolîna li ser herdû bûyeran didome.

 

Li gor bîlançoya ji serê salê ve ketiye destê ajansa me, heya niha li Herêma Kurdistanê 55 bûyerên kuştin û xwekuştinê çêbûne.

 

(sk)