Li Efrînê 7 sivîlên din birîndar bûn

29

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Artêşa dagirker kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan a li navçeya Mabetayê hedef girtin, di encamê de welatiyên bi navên ″Mihemed Ehmed Casim (20) koçberekî ji Bûkemalê ye, Hisên Mihemed Elo (32) û Demhat Reşîd Elo (21) ji gund Domliya, Celal Ibrahîm Seydo (24) ji gundê Ebdane û Mihemed Ehemd Behrî (47) ji gundê Şêxotkta″ birîndar bûn.

 

Her wiha di encama topbaranê de li gundê Kefer Nasih ê ji navçeyê  Mabeta welatiyê bi navê Mihemed Selûm Şermox (23), li gundê Hêcka yê navçeya Şiyê jî welatiyê bi navê Hisên Silêman (37) birîndar bûn.

 

Li gundê Berkaşê yê Bilbilê malên sîvîlan bû hedef

 

 Artêşa Tirk a dagirker ligel ku her cure teknolojiyê bi kar tîne, li hemberî Berxwedana Serdemê nikare gavekê jî bi pêş ve biçe. Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe malên sîvîlan hildiweşîne.

 

Hin malên li gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê yê Efrînê hate hilweşandin.

 

Va ye dîmenên malên hatine hilweşandin.