RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Îro serê sibehê niştecihên Taxa Seerbazgey Xalîd li bajarê Kerkûkê li ber navenda Rêveberiya Polîsên Kerkûk xwepêşandanek lidar xistin.

 

Xwepêşanderan diyar kir ku piştî hatina Heşdî Şebî û artêşa Iraqê di 16’ê Cotmeha 2017’ê de ku penaber bûne, xaniyên wan ji aliyê çend grubên Tirkmen ve ku rêveberiya niha ya Kerkûkê piştgiriya wan dike, hatine dagirkirin û dixwazin cardin xaniyên wan bên dayîna wan.

 

Nûnerê xwepêşandera welatiyên vê taxê Ezîz Ehmed li ser armanca xwepêşandana xwe ji ajansa me re wiha got; “Li Taxa Serbazge em nêzî 180 malanin. Xaniyên me hatine dagirkirin. Em jî penaber bûne û di kirêyan de ne. Yên xaniyên me dagir kirine gefan li me dixwin.”

 

 

Ezîz Ehmed wiha jî got; “Em dixwazin bi yasayî xaniyên xwe cardin bigirin û biçine malên xwe.”

 

Taxa Serbazgey Xalîd welatiyên Kurd lê dimînin, piştî sala 2003’ê û rûxîna rejîma Baas, welatiyên ku ji penaberiyê vegerane çûne vir.

 

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here