Li ser rêya Kerkûk û Silêmaniyê qeza: kesek mir

48

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li ser rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de, li nêzî Komelgeya Berdeqerman 4 wesayîtan li hev dan. Di rêze qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û  3 kes jî birîndar bûn.

 

Cenazeyê kesê di qezayê de jiyana xwe ji dest dayî ji bo Tiba Edlî ya Silêmaniyê hate şandin. Birîndar jî veguhestin Nexweşxaneya Lezgîn a Silêmaniyê.