Li Teqteqê êrîşên li ser Efrînê hate şermezarkirin

34

 

 

 

TEQTEQ / ROJNEWS

 

Li bajarokê Teqteq a Koyê ya Hewlêrê Eniya Piştgiriya Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û piştgiriya Berxwedana Serdemê çalakiyek lidar xist.

 

Endamê Eniya Piştgiriya Efrînê Saman Nesredîn di çalakiyê de daxuyanî xwend û di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Weke welatiyên bajarokê Teqteqê bi tundî êrîşên dewlata Tirk ên li ser Efrînê şermezar dikin. Em daxwazê ji aliyên siyasî dikin ku piştgiriya berxwedana xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê bikin. Di vê bi tundî li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst derkevîn. Her wiha daxwazê ji NY'ê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî komkujinên li ser gelê Efrînê bêdeng nemînin."