QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Îro saet 10:30’ê Lijneya Hundirîn û Ewlehiyê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê li gel nûnerê Wezareta Hundir û Meclisa Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li avahiya parlamentoyê civiya.

 

Endamê Lijneya Hundirîn Seîd Mesîfî der barê naveroka civînê de ji ajansa me re wiha got; “Civîn bi armanca diyarkirina çareseriyek ji bo teqawîtan li Wezareta Navxweyî ye.”

 

Seîd Mesîfî wiha jî dewam kir; “Di civînê de wê beşên teqawît û îmzeyan bi şêweyek bê rêxistinkirin ku li gor Bexda be. Her wiha tevahî pirsgirêkên teqawîtan li Wezareta Hundirîn bên eşkerekirin. Ji bo rapora lijneyê bê amadekirin û li parlamentoyê bê erêkirin.”

 

Di dawiyê de Seîd Mesîfî diyar kir ku tevahî ew lijneyên peywendiya wan bi projeya çareseriyê ve heye raporên xwe bi başî amade kirine.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here