Mamostayên Germiyan bi merc wê boykota xwe bidawî bikin

33

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR-BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Îro li navçeya Kelar û bajarokê Kifrî yên girêdayî herêma Germiyan mamostayan li dijî nedayîna mûçe xwepêşandan kirin.

 

Li navçeya Kelar mamosta û xwendekarên Baxçeyê Zarokan li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeya Kelarê kom bûn. Peyama Desteya Mamostayên Nerazî yên Germiyan ji aliyê Azad Mihemed ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Hikûmet nikare bi dayîna çarêkek mûçe nikare zextê li me bike ji bo destpêkirina dewamê. Em hemû hewldanên hizbî ji bo destpêkirina dewamê red dikin. Emê hilbijartinên dema pêş jî bikine tolhildana ji van hizban.

 

 

Yakane dayîna mûçe bi temamî û bê paşxistin, garantiya destpêkirina dewamê ye.”

 

Li bajarokê Kifrî jî mamosta li ber avahiya Rêveberiya Perwerdeya Kifrî kom bûn.

 

Yek ji mamostayên tevlî xwepêşandanê bûyî, Rêbiwar Ezîz ku ji ajansa me re axivî, got; “Me biryar da ku li ser boykota xwe dewam bikin heya ku mafên me tên bicih anîn.”

 

 

Rêbiwar Ezîz wiha jî got; “Me ti daxwazek pêşkêşê hikûmeta Herêma Kurdistanê nekiriye. Ji ber ku tiştek bi navê hikûmetê nemaye. Ji bo wê me ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir bi hewara me bê û daxwazên me bicih bike.”

 

 

 

(sk)