SILA HEDAR-XURBET TALLÎ/ MEXMÛR 

 

Meclîsa Gel û Tevgera Ciwanên Mexmûr(TCM) piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê da diyar kirin. Li ser navê saziyan Hevseroka Meclîsa Gel ya wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Fîlîz Budak û Endamê Kordînasyona Saziya Ciwanan Serhildan Kaya ji ajansa me re axivîn. Budak û Kaya di naveroka nirxandinên xwe de bal kişandin li ser êrîşên ku li Efrînê, seferberiya ku ji bo Efrînê hatiye destpêkirin, piştgiriya xwe jî dan diyar kirin.

 

‘Dagirker dixwazin bi komkujiyan li Efrînê bi cih bibe’

 

Hevseroka Meclisa Gel Fîlîz Budak bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Di 20’ê Çileya 2018‘an de konsepta şerê ku li ser Rojavayê Kurdistan tê meşandin, dewleta faşîst ya AKP bi hewayî û bejayî  êrîşî gelê me yê li Efrînê dike. Bêyî ku bêjin kal, pîr, jin û zarok bitaybet di aliyê hewayî de êrişên pir dijwar li ser Efrînê û navçeyên wê kirin. Li rexmê hemû hewildana jî, me dît ku êrîşên hovane li ser gelê me yê  Efrînê tê meşandin bi dawî nebû. Dewleta dagirker hewil dide ku vê êrîşa xwe bi encam bike, di xwaze gelê Efrînê bi komkujiyan re derbaz bike.”

 

‘Dewleta Tirk dixwaze bi Efrînê re hemû Kurdistanê dagir bike’

 

Budak wiha dewam kir; “Dewleta dagirker a Tirk û hevkarên xwe ve hewil didin bi dagirkirina Efrînê re hemû beşên din yên Kurdistanê dagir bike. Li ser vî bingehî her kesê ku dibêje ez xwedî wijdanim û ew komkujiya ku li ser sivîlan tê kirin napejirînin, ji aliyê gelek demû dezgahên di hindirê welat û ji derveyî welat de, seferberiyek ber bi Efrînê ve meşiyan.”

 

 

‘Em jî dixwazin bibin parçeyek ji berxwedana Efrînê’

 

Budak di dawiya axaftina xwe de li ser seferberiyê wiha got: “Em jî weke gelê penaber ên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji êrîşan re dibêjin Êdî Bese. Divê hemû kes weke karekî wijdanî û mirovî heskirinên xwe, hestyarbûna xwe ya bi gelê Efrînê re bide diyar kirin. Ji bo em jî bibin parçeyek ji Efrînê, me jî li vêderê serferberiyek daye destpêkirin.”

 

‘Îro meşa azadî li kolan û çiyayên Efrînê bi serkeftinan didome’

 

Endamê kordînasyona Saziya Ciwanan Serhildan Kaya li ser dagirkeriya artêşa Tirk wiha axivî: “Em wek ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmur berxwedaniya Efrînê silav dikin û serkeftinê dixwazin. Li Efrînê îro berxwedaniya serdemê tê meşandin. Ev berxwedanî jî, serkeftinên mezin bi xwe re ava kir. Îro meşa azadî li kolan û çiyayên Efrînê bi serkeftinan didome. Ji bo Efrinê li gelek deveran seferberî hatiye îlankirin. Em jî wek ciwanên Wargehê di serîde ciwanên Kurd piştgiriya xwe ji bo meşa azadiyê didin diyarkirin. Ji bo Efrînê gelek ciwan amadene ku piştgrî bidin. Gelek caran serlêdan di milê ciwanan de pêk hatiye. Em bi vî ruhî amadene ku di nav pêngava ‘Serî Hilde’ de li Efrînê jî serî hildin. Ev ne  bi tenê gotinan de dimine, di dema berxwedaniya Kobanê de û li tevahî cihanê  bû mînak û bersîv.

 

 

‘Ji bo Azadî Serî Hilde ku azadiya Serok Apo misoger bibe’

 

Kaya  di dawiya axaftina xwe de wiha bang li ciwanan kir: “Bitaybetî ciwanên Bakûrê Kurdîstanê di berxwedaniya Kobanê de, hilweşandina sinor û xendekan tekoşînek bê hempa  da meşandin. Ji ber ku Erdogan ji hêza ciwanên Kurd û Bakûrê Kurdistanê ditirse bi hînceta rewşa awerte dixwaze bêdengi ava bike. Bi ruhê Arînan, Avestayan û Barînan pewîste tekoşîn û berxwedaniya xwe bigîhînin serkeftinê. Serkeftina Efrînê diyariya Serok Apo û cangoriyên azadiyê bikin. Li ser vî esasê em cardin bang bitaybet li ciwanên Kurd  dikin. Ji bo Azadî Serî Hilde ku azadiya Serok Apo misoger bibe.”

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here