Qendîlî: Divê îsal bibe sala azadiya Rêber Apo

41

 

 

 

MIZGÎN ŞIVAN / QENDÎL

 

 

Gelê Kurd bi biryare ku di sala 19. ya komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de berbi azadiya mîsoger ya Kurdistanê ve biçin û azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bînin. Şêniyên Binarê Qendîlê jî gotin, divê îsal bibe sala azadiya Ocalan û ji bo vê jî îşaret bi girîngiya bilindkirina berxwedan û têkoşînê kirin û gotin: “Erdogan dijminê gelê Kurde û wê ji ber vê dijminahiya xwe ya Kurdan jî têk biçe.” 

 

‘Divê îsal bibe sala azadiya Rêber Apo’

 

 

Zîlan Rojhilat ku komploya navnetewî ya li dijî Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Min ji saya fikrê Rêber APO rastiya xwe û jiyana azad naskir. Ji ber vê jî divê em jin heya dawiyê xwedî li fikrê Rêber Apo derbikevin û vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo.”

 

Keça ciwan ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî azadiya Ocalan xwest û bang li zarokên cîhanê jî kir ku ji bo zarokên Efrînê rabin ser piya.

 

 

‘Erdogan wê bi dijmintiya Kurdan têk biçe’

 

 

Jina ciwan Suweyda Resul jî diyar kir ku wê berxwedana Efrînê hemû planên hêzên komploger têk bibe û wiha axivî: “Êrîşên li ser bajarê Efrînê şermezardikim û dibêjim dê berxwedana Efrîn hemû planên hêzên dagirker û komploger têk bibe. Bila Erdoxan baş zanibe, çawa ku di Kobanê de binketibe, dê li Efrîn jî bin bikeve. Ji ber em dizanin Erdogan dijminê gelê Kurd û mirovahiyê ye. Bi vê dijmintiya xwe ya li hemberî me Kurdan jî wê têk biçe.”

 

‘Serkeftina Efrîn wê bibe serkeftina hemû Kurdistanê’

 

 

Welatiyê bi navê Şêx Eyûb jî  bin xêz kir ku serkeftina Efrînê serkeftina çar beşên Kurdistanê ye û nêrînên xwe wisa anî ziman: “Serkeftina Efrînê serkeftina her çar parçeyên Kurdistanê ye û dê desthilatdariya Erdogan di Efrînê de têk biçe. Çawa ku Kobanê bi berxwedaniya gelan serkeftineke mezin bidest xist dê Efrîn jî bibe sedema nasandina nasnameya Kurdê azad.”

 

‘Em ê bi berxwedana dayîkan Erdogan têk bibin’

 

 

Jina bi navê Kiwêstan Hesen jî hevxemiya xwe bi dayîk û malbatên Efrînê yên zarokên xwe wenda kirine re anî ziman û got: “Ez weke dayikek Binarê Qendilê sersaxî ji hemû dayikên Efrîn re dixwazim û wê serkeftina dayikên Efrînê bibe serkeftina me dayîkan tevan. Erdogan dê nikaribe bi qetlîaman çavê me bitirsîne. Em ê bi berxwedana dayîkan Erdogan têk bibin.”