QSD: Di êrîşên Ii ser Efrînê de 862 dagirker hatine kuştin

45

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragîhandina QSD’ê bîlançoya êrîşa li ser Efrînê ji roja destpêkê û heta îro anî ziman û got ku di êrîşî de 180 sivîl şehîd bûne, 413 birîndar bûne, her wiha 98 şervanên QSD’ê şehîd bûne. QSD’ê eşkere kir ku 862 kuştiyên dewleta Tirk û çeteyên wê çêbûne û gelek alavên wan ên leşkerî hatine ruxandin.

 

Daxuyaniya Navenda Ragîhandina QSD’ê wihaye:

 

“Êrîşa dewleta Tirk û komên tunrew a li dijî herêma Efîrnê saet di 17.00’a ji roja 20’ê çileya 2018’an de destpê kir, heta niha 12’ê sibata 2018’an jî hîn didome. Bingehên encam û detayên êrîşê ji roja yekem û heta niha wihane:

 

Şehîdên sivîl

 

 Dijminên êrîşkar cihên sivîlan bi hemû cûreyên cekan hedef girtin. Çekên ezamanî û topên herî giran. Di encamê de 180 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin, zarok, kalepîr şehîd bûn. Navên wan hemûyan bi navan û dosyên nexweşxaneyên Efrînê hatin belgekirin.

 

Birîndarên sivîl

 

Di encama êrîşan de heta niha 413 welatiyên sivîl ku zarok û jin jî di nav de birîndar bûn. Navên wan jî lîsteyên nexweşxaneyan Efrînê yên fermî hatin belgekirin.

 

Şehîdên hêzên me yên leşkerî

 

Di berxwedana qehremanî û şerê rû birû ku şervanên me li dijî êrîşkaran pêk anîn de, 98 şervanên me şehîd bûne, bi merasîmên fermî hatim definkirin.

 

Kuştiyên dijmin

 

Di van êrîş û çalakiyên hêzên me de, 862 kuştiyên dijim ji leşkerên Tirk û teroristên cîhadî hatin kuştin. Ev ên ku şervanên me kuştina wan tekîd kirine.

 

Êrîşên hewayî

 

 Dewleta Tirk a dagirker 668 êrîşên hewayî û bombebaran bê serûber li ser herêmên sivîl pêk anîn. Binsaziya bajar û navenda ava vexwarinê, dibisitan û cihên xwedîkirina mirîşkan hedef girtin.

 

Êrîşên hilîkopteran

 

 Hêzên dijmin 16 caran êrîş bi helîkopteran pêk anîn. Êrîşî li dijî herêmên sivîl pêk û binsaziya herêmê pêk hat.

 

Topbarna bi çekên giran

 

 Dewleta Tirk a êrîşkarar û çeteyên wan 2 hezar û 645 caran êrşên bi hemû cûreyên çekên giran û tangan pêk anîne.

 

Şerê sing bi sing

 

 Hêzên me 409 caran bi dijmin re ketin şerê ku encama wê hate zanîn. Di heman demê de 108 caran bi dijmin re ket şer, ema encamên wê ne hate zanîn.

 

Xistina balafiran

 

 Hêzên me ji destpêka êrîşa li ser Efrînê 2 hilîkopterên dijmin ku yek ji wan Kopraye û yek skorskî ya veguhestina leşkeran anîn xwarê. Di herdû helîkopteran de 11 leşkerên Tirk ku fermandar jî di nav de hatin kuştin.

 

Her wiha hêzên me balafireke keşfê ji cûreya Dron û yek ji cûreya Beyreqdar anîn xwarê (Ev balafira ku wêneyekî Erdogan derdikev li ser imze dike)

 

Tang û panzerên hatin rûxandin

 

 Hêzên me 51 alavên ku ji tang, panzêr, erbeyên leşkerî ruxandin, her wiha 15 erebeyên ku tang û panzer jî di nav de hene derbe kirin.”