ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

19 sal di ser komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate girtin û radestê dewleta Tirk hate kirin, re derbas dibin. Bi vê boneyê Serokê Rêxistina Nîshan Sîmko Reşîd ku ji ajansa me re axivî, got; “Serok Apo di demekî de partî damezrand ku kesê rê nedida xebata siyasî bimeşîne.”

 

Serokê Rêxistina Nîshan Sîmko Reşîd bal kişande ser tirsa dewleta Tirk a ji fikira Ocalan û wiha dewam kir; “Li gelemperiya cîhanê daxwaza azadiya Ocalan tê kirin. Belê Tirkiye ji ber ji fikra Ocalan ditirse tecrîd dike. Ji ber ku dizane weke Mandela û Gandî li girtîgehê jî Ocalan dikare rêbertiya proseya siyasî, demokrasî û mafê netewekê bike.”

 

Sîmko Reşîd diyar kir ku li gel lidar xistina çalakî û xwepêşandanên mezin, divê ji bo azadiya Ocalan hewldanên dîplomasî yên mezin bên lidarxistin ku hîn zêde zext li ser Neteweyên Yekbûyî û Ewropa çêbibin.

 

Hêjay gotinê ye ku parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’ê ve destûr nayê dayîn biçin gel Ocalan û hevdîtin pêk bînin.

 

Ji 5’ê Nîsana 2015’ê ve dewleta Tirk ve li ser Ocalan tecrîda girankirî dimeşîne. Ji vê demê ve tenê carekê ku di 11’ê Îlona 2016’ê de Mehmet Ocalan çûye Girtîgeha Îmralî û li gel Ocalan hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtinê heya niha li ser rewşa Ocalan ti agahiyek nehatiye girtin û rê nayê dayîn peyama Ocalan jî bigehe dervey girtîgehê.

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here