Şandeya Parlementerên Başûr li Efrînê daxuyanî da

56

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şandeya Parlementoya Başûrê Kurdistanê ku şevê din gihîşt bajarê Efrînê îro, daxuyaniyeke çapemeniyê lidar xist û armanca serdanê û bernameya xwe ya kar eşkere kir.

 

Di civîna çapemeniyê de dezgehên çapemeniya cîhanî û çapemeniya herêmî jî amadebûn û têkildarî serdanê pirs ji parlementerên Başûr kirin.

 

Şandeya Başûr di civîna çapemeniyê de îşaret girîngiya yekîtiya netewî ya Kurd û ji bo vê jî piştgirî dayîna Efrînê kirin û berxwedana gelê Efrîn û şervanan ya li dijî dagirkeriyê slav kirin û gotin: “Wê dagirkerên Kurdistanê têk biçin.”