Welatiyên Başûr: Em amadene biçin Efrînê

70

 

 

 

SEMÎRA ŞAHABÎ-RÊBAZ SABAH/ ROJNEWS

 

Welatiyên bajarên Kerkûk û Silêmaniyê ku ji ajansa me re axivîn, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku ew amadene ji bo piştgiriya gelê Efrîn û şervanan biçin Efrînê.

 

Yek ji xwendekarên bajarê Kerkûkê Eyub Husên diyar kir ku ew ji civaka navnetewî û rêxistina mafê mirovan daxwaz dike ku di hewara Rojavayê Kurdistanê biçin û wiha dewam kir; “Ji ber topbaran û bombebaranan rewşa welatiyên sivîl nebaşe. Jin, zarok û îxtiyar dibine qurbanê êrîşên dewleta dagirker a Tirk.”

 

 

Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Sema Mihemed li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê wiha got; “Di şer de timî êş û qurbanî dibine para jin û zarokan. Ji ber hêza xwe parastina wan kême yan nîne. Belê divê Başûrê Kurdistanê jî sûd ji ezmûnên Rojava werbigire.”

 

 

Ciwanê binavê Sabîr Ebdullah ku ji bajarê Kerkûkê ye, jî li ser heman mijarê wiha got; “Em amadene weke ciwanên Kerkûkê bi hemû şêwey li Efrîn û Rojavayê Kurdistanê alikariya şervanan bikin.”

 

 

Çalakvana biwarê mafê jinan jî Dilsoz Zingene jî wiha axivî; “Divê weke jinên Başûr timî piştgiriya jinên Efrîn û berxwedana wan bikin. Hewl bidin ew komujiyên dewleta Tirk pêk tîne weke jenosîde bidin naskirin. Ji ber ew êrîşên bi çekên kîmyayî, bombebaran û topbaran tên kirin, li ser gel komkujiyan pêk bînin. Her wiha li ser bingehê sûd girtina ji ezmûnên Rojava hewl bidin jin li vir jin jî bi hêza xwe, siyaset û parastina xwe ya cewherî pêş bixe.”

 

 

Xwendekarê Zanîngeha Kerkûkê Soran Asî diyar kir ku timî di bin navên cûda de dijî gelê Kurd êrîş çêbûne û ev jî nîşana bihêzbûna gelê Kurd e ku bi hemû şêweyek ji bo mafê xwe têdikoşe.

 

 

(sk)